REHMA XWEDÊ LI ELÎ QAZÎ BE

Di 1946,1947 an de kurê Serokkomara Mahabadê Birez Qazî Mihemmed û dostê minê  hêja Elî Qazî vî  sibehê çû ser dilovaniya xwe.Rehma Xweda lê be û cihê wî cenneta baqî be.Bi taybetî ji hevsera wî ya delal û zarokên wî re sersaxî dixwazim û ez jana dilê  wan bi wan re parvedikim.Ez û Elî Qazî  ji salê 1970’î virve hevdû nasdikin.Tiştên kû ez rû bi rû dimam de di hemû pêvajoyan de li cem min  bû.Ji min re digot ‘’roja ez te nebînim kêmasiyek bi min re çêdibe’’.Ji 1995’an vir ve kû ez li Hollandayê rehinim her meh hate zîyareta min.Di şert û mercên herî zehmet de;baran,berf,şilî û şepeliyê de;Dema li Kurdsistanê bi kare xwe re mijûl dibû jî tenê ji bo ziyarete dihat.Ev yek nîşan dide him ji aliyê têkiliyên mirovahî û him jî din nav gelê Kurd de kesayetiyekî bê hempa ye.Çend sal berê jî di girtîgehê de hate zîyareta min.Bi awayekî henek got:Kekê Huseyîn bi te re wêneyê me tune ye û me bi desturê girt wêne kişand.Şeş heft mehên dawî pir nexweş bû,zarokên min her tim çûne serdana wî.Di derbarê kurê mine navîn de tim henekan bi min dikir.Dema digot ‘Kekê Huseyin ew bi temamî  Kurde’pir pê kêfxweş dibû.Gava kû ez bîranînên xwe yê derbarê birêz Elî Qazî de vedibêjim hemû gele me wî nasdike û zane.Bi mirina xwe me gelekî xemgîn kir.

NÎŞE:Elî Qazî endamê damezrînerê Dewletên Yekbûyî yê Kurdistanê bû.

Li ser navê YEKİTİYA DEWLETÊN KURDİSTAN

2401total visits,2visits today