Li ser navê YEKİTİYA DEWLETÊN KURDİSTAN

Em di salvegera pîrozbahiya çaremîn ya hikumeta xwe de hemû hevalên xebata me ji dil û can pîroz dikin.Di 24’ê Tîrmeha 2018’an de me li bajarê Swîsre Lozanê di avahiya Beau-Rivage Palace de Hikumeta Yekîtiya Dewletên Kurdistan îlan kir.24’ê Tîrmeha 1923’an roja  parvekirina Kurdistanê ye.Tirkiye bi awayekî dewlet di Neteweyên Yekbûyî de hatibû qeydkirin û Kurdistan ji aliye saziya Neteweyên Yekbûyî de tune hatibû hesibandin.Nod û çar sal şûnve me li heman dewletî li heman bajarî di heman odeyî de ji bo fermîbûna Hikumeta Yekîtiya Dewletên Kurdistanê  xebatên xwe kir û damezrîneryê îlan kir.Şerê Cîhanê yê yekemin dewleta Osmanî parçe kiribû û koalisyona Fransız û Îngilîzan bi hevkarên xwe yê nav Kurdan re xwestibûn kû Kurdistanê ji dîrokê rabike.Me di 24’ê  Tîrmeha 2018 de bi avakirina hikumeta xwe îlan kir kû gele Kurdê bi esil  di dîroka xwe de ne layiqê bêdewletbûnê ye.Hevalên me yên tevlî damezrînê bûne navê wan di stûyê her Kurdî de wekî nîşaneya rûmetê ye. Di  rehîngirtina girtîgeha Holandayê de di hucreyekî  heft mîtro û nîv de me ev İnîsîyatîfê girt û hate nişandan kû gele me yê Kurdê bi esil dê tu carî serî daneyîne,Welatê Kurdistanê hemû yê Kurda ye û ev yek ji hemû dewletên cîhanê re hatiye îlankirin.Ev gava kû bi îmkanên teng  hatiye avêtin dê meşa xwe bigihêje armancê. Me bi awayekî zelal nişan da kû bi leystikên xwe yên qirêj,hesabên erzan nikarin meşa me bigrin bin bandora xwe.Gelê Kurd xwediyê mafê xwe yê xwedîtî û rêvebiriya welatê xwe ye.Ger kû em ne xwediyê welatê xwe bin ne xwediyê mala xwe ne jî.Di pergala niha ya dinyayê de bê dewletbûna Kurdan şerma dewletê cîhanê û sûcê mirovahiyê yê dewletên li Kurdistanê kolonyalistin.Ya herî girîng jî bêdewletbûn şerm û sûcê me Kurda ye.Divê em vî sûc û şermê ji holê rakin.Bi vî sûcê nejîn ji jiyanê çêtir e.Hûn dikarin di rûpela hikumeta me da,  serîlêdana Neteweyên yekbûyî de, fermîkirina dewleta me şertên hiqûqî bibinin. Ji bo  lihevkinê em çêbikin hûnê bibinin kû xebatên me bi awayekî stratejik ji bo serkeftinê ne.Emê Yekîtiya Dewletên Kurdistanê fermî bikin û bi hevpariya yekîtiya hikumeta xwe jiyîna xwe delîl bikin.Ev yek ji bo herkesekî Kurd rave ye.Em dîroka xwe hîn bûn me sedsala dawî pirsan kir.Divê heke herkesekî Kurd lêpirsînekî raste rast bike dê bibîne kû fermîbûyîna Yekîtiya Dewletên Kurdistanê ji bo xelasiya me Kurdan rêya yek û bingehîn e wê yeke bi pejrîne.Gava kû em dîroka xwe ya bi esil tije nirxa xezînê hîn bibin emê bibinin kû hebûna dewleta me ji bo me bingeha jiyanê ye.Bê dewlet bûn,ji holê rabûn e.Em gele xwe bi rêzdarî slav dikin.Em qanûna bingehîna kû Ji bo damezrîneriya çaremİn hikumeta me hatiye amedekirin jî bi were parvedikin.

Li ser navê YEKİTİYA DEWLETÊN KURDİSTAN

14513total visits,5visits today

Comments are closed, but trackbacks and pingbacks are open.