PIRSGIRÊK Û BERSIV

Kurdistana xemilî
Çar alî
Êl û xane nemayî
Birîn û êş nan û avî
Derman tenê zilma neyarî
Serbilindî tenê nabî
Serkeftine Kurd bendewar î
Bakur bûka serbixêlî
Serê çiya mayî
Rewşa xwe bê mecal î
Dil birîn û serbilind î
Bendewarê kî
Hêvîdarê çi yî
Melîk û hespê boz li ber derî
Tu nabînî nabînî
Başûr mîr û maldar î
Hêja û zana yî
Ne şûr ne mertalî
Hişê serî tevlihevî
Çav li rêka neyarî
Dewlemendî
Cengawerî
Şaşiyê nehanî Dewlet û melîk
Birayê bi rûmetî
Ji neyar dûr bî
Gohdarê gel bî
Rojhilat
Nav û deng
Çand û dîrok
Can fîda û bi rûmetî
Qewmê belavbûyî
Êlên tevlihev
Neyar têde bi cih
Rabe ser xwe
Bikeve rêka xwe

Rojava mal ava
Biçûkî delalî
Dengê gelî
Dîroka kûr û dûrî
Melîkê welatî
Siware hespê boz î
Kurd û Kurdîstan î
Bakur û Başûr
Rojhilat û Rojava
Çar alî yekî
Kêmasî pirin ji bêkesî
Tarîtî û tengahî bûn ew dem
Dema nû li ber we
Deng û rêka we
Çareseriya pirsgirêkan
Yekîtiya Dewletên Kurdistan
Bi xêr û Pîroz be
Li Kurd û Kurdistan.

MİZGÎNA PÎROZ

Dest pêke ev roj
Ferman ji Esman
Deng got ji me re
Roj u nexş
Ev ji we re
Belê
Evên em li hêvî ne
Al hildikşe
Bi reqs û ken
Nexş tê ber bi Alê
Bi deng û şewq
Al û nexş bûn yek
Şewq û mizgînî
Ferman ji esman
Pîroz be
Al
Nexş
Welat
Gel
Roj û şewq
Mizgîn bidin cîhanê
Ferman hat ji esman
Ji bona Kurd û Kurdîstan
Bi xêr be
Yekîtiya Dewletên Kurdîstan

XÊR Û PÎROZ

Mizgîna şad bûnê
Bi navê serxwebûnê
Şewq da
Li asîmanê Kurdîstanê
Dilerizin ji tirsan
Xwîn xwarên neyaran
Ronahî
Hat ji mala xwedê
Ji bona Parastinê
Weka perda bihuştê
Hilkîşîya
Li ser û dor a Kurd Kurdîstanê
Perda ronahîyê
Li ser û dor
Dengê xwedê bi me re
Em Kurdên
Kurdîstan war û welatê me
Ji bona me û cîhanê
Bi xêr be
Yekîtîya Dewletên Kurdîstan.

5449total visits,4visits today