Dîrok
Di sala 2018an de, me damezrandina Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Kurdistanê îlan kir. Bi armanca ewlekirina tevahiya axa Kurdistanê û misogerkirina ku hemû Kurd bikaribin di bin dewleteke serbixwe de bijîn, ji ewlehî û serfiraziyê kêfxweş bibin. Avakirina hikûmetê di 24ê Tîrmeha 2018an de li avahiya LE CHÂTEAU d'OUCHY li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate ragihandin. Ev avahî heman demêde, peymana ku pejirandina dabeşkirina Kurdistanê a 24’ê Tîrmeha 1923’yan lê hatîye destnişan kirin. Bi damezrandina hikûmeta xwe di vê avahiyê de, me derbeyek sembolîk li dagirker û hevkarê wan da.
Ji sala 2018’an vir ve, tevî hin derengketinan ji ber girtina me ya li vir, me gelek înîsiyatîf girtine ser xwe. Me niha serlêdana xwe bi fermî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiriye û daxwaza şandeya Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Kurdistanê ji bo hevdîtinê ragihandîye. Ev gav ji bo me qonaxek girîng nîşan dide û awayî veger nîne. Em nikarin pêşbînî bikin ka pêşeroj ji bo me yê çi nişan bike. lê em bi vê çalakiyê, gihîştine qonaxa dawî ya hewildanên xwe li ser asta Neteweyên Yekbûyî. Ez slavên xwe ji şopîner, hogir û bi taybetî jî ji hevalên me yên Kurd re dişînim ku li benda nûçeyên li ser vê mijarê ne.
Bi rêzdarî
Huseyin Baybasin