PIRSGIRÊK Û BERSIV

Kurdistana xemilî
Çar alî
Êl û xane nemayî
Birîn û êş nan û avî
Derman tenê zilma neyarî
Serbilindî tenê nabî
Serkeftine Kurd bendewar î
Bakur bûka serbixêlî
Serê çiya mayî
Rewşa xwe bê mecal î
Dil birîn û serbilind î
Bendewarê kî
Hêvîdarê çi yî
Melîk û hespê boz li ber derî
Tu nabînî nabînî
Başûr mîr û maldar î
Hêja û zana yî
Ne şûr ne mertalî
Hişê serî tevlihevî
Çav li rêka neyarî
Dewlemendî
Cengawerî
Şaşiyê nehanî Dewlet û melîk
Birayê bi rûmetî
Ji neyar dûr bî
Gohdarê gel bî
Rojhilat
Nav û deng
Çand û dîrok
Can fîda û bi rûmetî
Qewmê belavbûyî
Êlên tevlihev
Neyar têde bi cih
Rabe ser xwe
Bikeve rêka xwe

Rojava mal ava
Biçûkî delalî
Dengê gelî
Dîroka kûr û dûrî
Melîkê welatî
Siware hespê boz î
Kurd û Kurdîstan î
Bakur û Başûr
Rojhilat û Rojava
Çar alî yekî
Kêmasî pirin ji bêkesî
Tarîtî û tengahî bûn ew dem
Dema nû li ber we
Deng û rêka we
Çareseriya pirsgirêkan
Yekîtiya Dewletên Kurdistan
Bi xêr û Pîroz be
Li Kurd û Kurdistan.

4198total visits,10visits today

Leave A Reply